Jiyan Haber

BABE LOREY LORISTANÎ

BABE LOREY LORISTANÎ
Laleş Wezrînî( lales@jiyanhaber.com )
201 views
06 Ekim 2019 - 14:47

Babe Lorey Loristanî ku di sedsala heştemîn – nehemîn a zayînî de jiyaye, wek yekî ji alîgirê.Behlûlê Mahî tê zanîn. Ev kesê hêja û xwedênas û ji xwedatirs bûye. Li gorî destnivîsên Yarî û pirtûka destnîvîsa serencam, ew di nîveka sedsala duyemîn a koçî de li Welatê Loristanê pê avêtiye qada cîhanê û di destpêka sedsala sêyemîn de jî çûye ser dilovaniya Xwedê. Ji Babe Lorey gelek helbestên dubeytî ji me re mane ku bi zaravayê Goranî hatine nivîsîn û di pirtûka bi navê “Dewrey Behlûl” ( serdema Behlûl ) de bi cih mane. Ev dubeytên wî danûstandinên di navbera wî û Behlûl de ne. Wekî vê dubetiyê ku dibêje:

   We heftînewe,  heftînewe
  Cemêman niyan we heftînewe
   Şikarêm awerd ne kemînewe
    Behlûl gewrema we emînewe 

  Wate: Em heft kes li hev civiyan û me li wir komek ava kir da ku em danûstandinan pêk bînin. Ez di wê civînê de û di nav vê komê de gihiştim xwestek û daxwaza xwe. Di wir de min nêçîra xwe li kêleka xwe peyda kir. Ew nêçîr Behlûl bû ku weke serok û serkêşê koma me tê jimartin. 
 Balkêşiya vê dubeytiyê derbirîna coş û hestên derwêşiyê ye ku derwêşek hest û ramanên xwe ji pîrê xwe re der bibire- îfade bike. Di vê dubeytiyê de peyva heft - heftemîn ku hatiye bikaranîn; li gorî pirtûka destnivîsar a serencam; armanc heft Melek in ku Xwedê berî ku Cîhanê pêk bîne ew afirandine. Cem ji wî cihî re tê gotin ku kesên xwedî baweriya Heq ( Ehlê Heq ) li wir ji bo bi cîhanê  rê û rêçikên taybetî yên Ola xwe bidin danasîn li wir dicivin. 
   Babe Lorey di vê dubeytiyê de jî dabaşa fermanberiya xwe û mezinahiya Pîrê xwe dike û dibêje:

   Ew seraperde, ew seraperde
   Cibraîlenan ew seraperde
   Muhemmed berdem ew piştperde 
   Qewlê wem çenî Behlûlekem kerde

 Wate: ji wê rojê şûnde Cebraîl ji aliyê Xweda ve bû berpirsiyar û ji asîman hate xwar û bi fermana Xweda muhemmed- Mihemed bire asîmana. Min ji wê rojê pêve bi sedema ku min soz dabû, min fermaneke Behlûl bi cih anî. 
 Babe Lorey di dubeytiyê de îşaret dike bi ayeta 127’yan ya sûreya ( Eirab ) ku dabaşa berî cîhana ku wê bê dike ( dabaşa berî cîhana dahatî dike ) ku wiha dibêje: wê çaxê xwedayê mezin ligel ruhê mirovan dike gotûbêj û ji wan dipirse “ Elestu bi Rebbîkum” ango ez afirînerê we nîn im qey? Ew jî dibersivînin û dibêjin; “ Belê tu Xweda û afirînerê me yî. “ Vêca Xweda ji wan doz û peymanê werdigre ku piştî hatina wan ya cîhanê riya rast bigrin ber xwe û bi çakî û başî bijîn û Xwedaperestiyê ji dest xwe bernedin. 
  Babe Lorey van perdeyan hildide û xwe dixe cîhaneke din. Ew diçe meyxaneya derwêşan û ji meygerê meyxaneyê daxwaza piyaleyek mey dike da ku binoşe û bi noşîna wê cama meyê agirê hundirê wî vehewise û bigihêje arez û wateya dilê xwe ku wiha dibêje:

 Saqî nakam, saqî nakam
 Camê bider pêm, saqî nakam
 Cew mey e kone birêz necamim 
  Hana sa belke sarêş bo zemam 

 Wate: Ey meyger ( meyfiroş ) camek mey bide min, çimkî ez bêkam û xemgîn im. Qultek ji wê mey a kevin birijîne nav cama meya min da ku ez binoşim belkî axîn û jana dilê min pê bişkê û agirê ku di dilê min de hildibe hinekî vemirîne. 
 Piştî van dubeytiyên Babe Lorey ku me dabaşa wan kir; mirov dikare bibêje ku ew vehonerekî peyaberz û  felsefezanekî olî bûye û xwediyê hestên pak û paqij bûye ku di dubeytiyên wî de derdikeve holê. Mixabin piraniya helbestên Babe Lorey ji ber derbasbûna demên dirêj gelekên wan ji holê winda bûne û têk çûne û ji bilî van dubeytiyên ku me dabaşa wan kir tu dubeytiyên wî yên din nemane. Li gorî pirtûka serencamê, Babe Lorey gelek dubeytî vehonandine û di lêxistina tembûrê de jî destekî berz û bala bûye. 

ÇAVKANÎ:

-Birokeyî ( safîzade ), Sidîq; Meşahîrî Ehlî Heq

  • Birokeyî ( Safîzade ), Sidîq; Dewrey Behlûl, Tahran 1982
  • Serencam berhema destnivîsar a çapnebûyî)
  • Dewrey Behlûlî Mahî ( berhema destnivîsar a çapnebûyî )
KÖŞE YAZARLARI

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları gazete ve haber kaynaklarına aittir, haberleri kopyalamayınız.

istanbul escort porno izle
adult sex videolezbiyen sexhd pornosikiş izlesikiş izleescort izmirescort bayanlar