Jiyan Haber

Berdewama danasîna Behlûl ê mahî

Berdewama danasîna Behlûl ê mahî
Laleş Wezrînî( [email protected] )
115 views
09 Eylül 2019 - 13:08

Zanyarekî mînanî Behlûlê Mahî, jixwe dê nikeribe razên nepenî di zikê xwe de bigre. Nexasim yê weke Harûn Reşîd ê xelîfeyê Ebasiyan, li ber rexneyên zanyarekî mîna Behlûlê Mahî xwe ranagire û Fermana kuştina wî dide. Lewra Behlûl kesekî rexnegir e û bi şêwaza yarîyan û qerfan Harûn û şelafên derdora wî rexne dike. Dema ku Behlûl ji fermankuştina xwe haydar dibe, bê rawestan derbasî cem Seydayê xwe Îmamê Caferê Sadiq dibe û Fermana kuştina xwe ya ku Harûn Reşîd daye je re radigîhîne. Dema Îmam bi vê bûyera nemirovanî dihese, berê xwe didiyê û jê re: “Divê tu xwe li dînîtiyê deynî ku ji mirinê rizgar bibî” dibêje. Ji wê Rojê şûnde Behlûl ê me xwe li dînîtiyê datîne û êdî ji hêla her kesî ve jî dîn tê zanîn. Lê belê ew dîsa heman rexneyên xwe berdewam dike. Lê, Harûn Reşîd jî di nav de êdî hew ji rexneyên wî rencîde dibine. Lewra ji alî her kesî ve ew weke kesek î dîn dihat nasîn û her wiha bi wî şêwazî jiyana xwe didomand.
Li gorî hinek gotegotên di nava gel de û di hinek pirtûkan de jî cih girtine, ji wan rojan û şunda Harûn Reşîd Behlûlê Mahî hildaye biriye qesra xwe, pê re peyman a destebiratiyê ligel wî çêkiriye û ji pend û şîretên wî sûd wergirtiye. Destebiratiya wan digihêje tangek- radeyek wisa ku xelkê Ebasitiya Harûn û Kurdîtiya Behlûl ji bîr dikirin û digotin Harûn û Behlûl birayê hev û du ne. Vê yekê di pirtûkan de jî cih girtiye. Di dema zarokatiya me de ji aliyê gelek kesan ve metelokên Behlûl dihatin gotin û guhdar kirin. Ji aliyê gel û gotrvanan ve bi hêsanî dabaşa biratiya her duyan dihate kirin. Niha ez dixwazim çend metelokên vî zatê zanyar li vir pêşkêşî xwendekaran bikim:
-Rojekê ji rojan Behlûlê Mahî ji Harûn re: “ Gelek kes te digel wezîran vedixwînin çeşneyan-ziyafetan, ez jî ji vê tûmet û firaziyê bêpare meme. Me qey ev yeka hanê ji me bira re dest dide? Na bi serê te” dibêje û roja din wî û heyeta wî ya melaq û şelafan vedixwîne mala xwe. Her yek ji wan tasek av û pariyek nan datîne ber wan û ji wan re: “ bifermo! Hun ne babetê van xurekên Xwedê ne, lê de ka bixwin” dibêje.
Rojekê serê sibê zû bi dengê gurregurreke bilind, Harûn Reşîd ji xewê hişyar dibe. Baş guhê xwe dide wî dengî ku ji aliyê pencereyê ve tê. Gava diçe lê dinêre ku Behlûlê Mahî kêranek li erdê dirêj kiriye û diçe seriyekî wî digre, bi qasî bejnekê radike û ji nişka ve berdide. Vêca diçe radike serê din û bi heman şêwazî bilind dike û berdide. Pişt re tê bi nîveka kêran digre lê dike- nake nikare ji erdê bilind bike. Harûn Reşîd jî qasekî xweş seyra wê rewşa wî dike. Tu wateyekê jê dernaxe, bang li Behlûl dike û dibe bal xwe û jê dipirse: “ ev çi hale bira, dixwazî çi bikî ji wî kêranî?”Behlûl di bersiva wî de, “ min sehya gotina te dikir ku te digot ez dinya û exretê bi hev re dimeşînim. “ Lewra, min serîkî kêranê dinya, yê dinê jî axîret pejirand. Min bala xwe dayê ez radihêjim kîjan serî radibe, lê nîveka wî ji cih ranedibû.
– Rojekê jî Behlûlê Mahî bi dilekî germ û kêfeke xweş tê qesrê. Harûn Reşîd jî sedema vê yekê jê dipirse. Di bersivê de: “Heya niha min dizaniya ku dê gunehên te ji min bêne xwestin. Min nedizaniya ku ez ê çawa ji bin wan gunehên giran derkevim. Îro di dikana qesab de min bersiva van pirsên di serê xwe de dît. Min dît ku qesab miha serjêkirî bi lingê wê ve û bizina serjêkirî jî bi lingê wê ve hilawêstiye- daleqandiye; ango her yek bi lingê xwe ve hatibû daleqandin. Wê dîmenê şahiyek xiste nava dilê min. Ew şahî jî ew bû ku mih bi piyê xwe ve, bizin bi piyê xwe ve; ango her kes bi pîşe û emelê xwe ve hesabê kirinên xwe dide.” Di nava wêjeya gelê me de ji van metelokên wî pir in, lê emê bi van her sêyan bes bikin û derbasî mijara xwe bibin. Her wekî li jorîn jî hate gotin, belkî weke dubare jî bê xwiyakirin lê divê dîsa van gotinê Kake Rade jî binivîsînin.
Kake Rade ku yek ji nûserê sedsala panzdehan e, di bîrnameya xwe de, Behlûlê Mahî ku li Mahilkufayê ji dayîk bûye, li wir perwerde bûye û gihiştiye; ew yek ji Kurdê Îranê bûye. Digel çend hevalên Yarînas, ji bo pêşxistina rêbaza xwe diçe Bexdayê ku destekê bistîne. Domekekê di xizmeta Îmam Cafer de dimîne û bi fermana wî Îmamî xwe li dînîtiyê datîne. Behlûl tim raz û nîyaz kiriye û tu car razî nebûye ku xirabeyên xwe bi koşk û qesra Harûn biguhere” dibêje.
Behlûlê Mahî ji bilî vehonandina helbestên Kurdî, bi zimanê Erebî jî gelek helbestên wêjeyî û pir hêja vehonandine. Ew helbestên bi zimanê erebî vehonandî, di pirtûkên erebî de hatine nivîsandin. Di destpêka peydabûna Îslamê de, piraniya helbestên Kurdî bi awayê du malikî bûne û hemû helbestê Behlûl jî bi awayê dumalikî ne, li ser raz û niyazê hatine vehonandin. Mînaka jêrîn jî vê yekê baş dide diyarkirin:
“Ez Behlûlenan ce rûy zemînê
Çar feriştan im çaker kerînê

Nicûm im Salih Receb im bînê
Çenî Lore bim ce ma û hetînê

Wate: Ez Behlûl im û min li ser vê erdê çar ferişte (melek) hene ku navên wan: Nicûm, Salih, Receb û Lore ye û xizmeta min dikin. Her wiha bi fermana min mijûlî xizmeta rênimûnekirina gel in. Ez di her heftê û her mihê de, bi Lore re raz û niyazan dikim. Di dumalikeke din de jî wiha dibêje:
“Ew watey yaran, ew watey yaran
Ême dêwaneyîn ew watey yaran

Hemî megêlin yek yek şaran
Ta zinde kerin ayîn Îran

Wate: Li gorî gotinên hin hevalan, divê em şêt (dîwane) bin. Lê belê li bajaran yek bi yek digerim, ta ku ola kevin ya Îranî vejînim (zindî bikim) Di vê malikê de diyar dibe ku armanca Behlûl vejanadina ola kevin ya Îranî bûye û tê zanîn ku ew ol jî ola Zerdeştî ye. Behlûl, “ Ne giring e, bila gel min her weke şêt (dîn) bizane, ji xwe armanca min vejandina ola kevin ya Îranî ye” dibêje.
Di malikeke din de jî bi vê rewşa jêrîn tîne zimên:

Ew watey yaran, ew watey yaran
We qanûn şert ew watey yaran

Çendê mewla bim girdiman şaran
Yaranim kerden we qeway maran

Wate: Hîn ji hevalên min dizanin û jê agahdar in ku maweyekê – domekekê em li gorî rêzikên rêbaza xwe rêveberên gel bûn. Bi sedema ku me rêya xwedênasiyê girtiye ber xwe, em ketine nav bajaran , me xwe di laşê Yaran de bi cih kiriye û veşartiye.
Pêwist e bê gotin ku Behlûlê Mahî piraniya helbestên xwe bi zimanê Kurdî honandine û piraniya wan têk çûne (winda bûne) pir kêmê wan bi dest me ketine. Ew jî bi saya pirtûka ”serencam” hatine parastina û gihiştine dema me.
Wekî diyar dike, piraniya berhemên Behlûl bi Kurdî bûne, her wekî ku di pirtûka bi navê serencam de, Behlûl û hevalên xwe piraniya danûstandinên xwe bi Kurdî dikirin û helbestên xwe jî bi Kurdî dinivîsandin, da ku dijminê wan ew fêhm nekirana. Behlûl di helbestên xwe de peyvên Kurdî yên xwerû bi kar anîne ku Kurd hemî jê fêhm bikin.
Ji wan dumalikên me dabaşa wan kirî, derdikeve holê ku Behlûl stêrkeke geş ê derwêşî bûye û xwedênasekî bêpirtûk (perawe) bûye. Ew rê û rêçika dayî ber xwe, rê û rêçika xwerû ya xwedênasî û derwêşî bûye. Wî xwestiye hawîrdorê xwe bi bîr û baweriya xwe bihesîne. Ji ber vê yekê, di helbestên xwe de peyvên Kurdî yên sade û xwerû bi kar anîne. Ji bo her kes jê fêhm bikin zimanekî xwerû bi kar aniye. Li gorî pirtûka bi navê serencam, Behlûl di dawiya çarîka sisêyan ya sedsala heştemîn de pê avêtiye qada jiyanê û di sala 837’an de, navekî mezin digel rêyeke berfireh, bi qederek pirtûk digel helbestên gelek hêja yên nemir ji me re hiştin û li Tengegulê koça dawî dike û diçe ser dilovaniya Xwedê. Li goristana wê herêmê tê veşartin. Tengegul navê çiyayekî nêzîkî gundê kanîspiyê ye ku dikeve dorhêla bajarê Îslamavayê.
Ji kesên ku nûneriya ola Zerdeştî dikin re “Yar” digotin.

 ÇAVKANÎ:

-Tarîxa Îbnelesîr, Lêdin 1866

  • Tarîxa Îbnî Xelqan, Misir 1925
  • Dairetil Meatifil Îslamî,1965
  • Elmincid fî el luxatê we el edeb, 1965
  • Birokeyî (Safîzade) Sidïq; mêjûyî wêjeyî Kurdî, cild 1, Tebrêz 1951
KÖŞE YAZARLARI

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları gazete ve haber kaynaklarına aittir, haberleri kopyalamayınız.

istanbul escort porno izle
adult sex videolezbiyen sexhd pornosikiş izlesikiş izleescort izmirescort bayanlar