Jiyan Haber

DILDAR

DILDAR
Feysel Özdemir( [email protected] )
248 views
05 Ağustos 2019 - 15:01

D

Va ez diçim can

Êdî çavan kil neke

Wê kî lê binê re

Nekene êdî

Bi wan lêvên hinarî

Wê tu ji kî re bikenî

Ne strîne

Bi wî dengê avî

Wê kî guhdar bike

Lewra va ez diçim

Diçim çiyayên bilind

Nêzî stêrkan

Diçim nav gulên azadiyê

Tenişt pîvokên li nav berfê

Min barkir ser milan

Çek û rext

Min xist paşilê

Evîna te lêêê keçêêê

Çiqas bimeşim

Di wan şiverêyan de

Tu yê li bîra min bî

Çiqas binêrim

Li stêrkan di şevên sar de

Wê wêneyê te

Li ber çavên min be

Lê dibe ku

Bi guleyeke bêbext

An jî

bi bombeyeke kîmyewî

Werim kuştin

Dibe ku

Cenazê min qet neyê dîtin

Dibe ku

Werim şewitandin

Bibim xwelî

Belav bibim

Li nav axa welatê xwe

Dibe ku bedena min

Pari pari were ber te jî

Lê hingî tu negrî

Dilê neyar xweş nekî

Ji ser kezebê tilîliyekî bide

Û bipêçe wan pariyên şewitî

Di nav her sê rengên pîroz de

Bi strana Eyşe Şan ‘’ax lê dayê ‘’ re

Bibe goristana bêkesan de defin bike

Li ser kêlikeke min DILDAR

Li ser ya din jî binivsîne WELAT…

                                                            Feysel ÖZDEMİR

KÖŞE YAZARLARI

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları gazete ve haber kaynaklarına aittir, haberleri kopyalamayınız.

istanbul escort porno izle
adult sex videolezbiyen sexhd pornosikiş izlesikiş izleescort izmirescort bayanlar