Jiyan Haber

DÎROKA WÊJEYA KURDÎ:

DÎROKA WÊJEYA KURDÎ:
Laleş Wezrînî( [email protected] )
165 views
26 Ağustos 2019 - 11:42
DÎROKA WÊJEYA KURDÎ:

        Ez ê ji bo Jiyan Xeberê ji dîroka wêjê- edebiyata Kurdî  qala Wêjenas û ronakbirên Kurdistanî ên berz û bala bikim. Ev Hok ên wêjeya Kurdî ku berî wêjenasên gelek milletan nivîsîn e û wêjevanî kirine ji hêla gelek Kurdan ve nayên nasîn. Ez dixwazim biqasî hêz û zanîna xwe van Fîl û Hok ên wêjeyê- edebiyatê bi riya Jiyan Xeberê bi kurdan û hemû Cîhanê û bi taybetî bi Êlihi’yan bidim nasîn…

        Em ê ji kesek î ku li Kurdistanê gelek hîkaye, çîrok û metelokên wî têne gotin, lê her kes wî birayê Harûn Reşîd ê xelîfeyê Ebasiyan dizanin û wisa wî dinasin e dest pê bikin. 

       Ev kes ê hêja û pîroz Behlûl ê Mahî ye. Ev helbestkar û wêjekarê me yê pir hêja û zana di dawiya çarîka sêyemîn a sedsala 8’an de li Loristanê, li herêma Mahilkûfeyê ( Deynewer) ji dayik bûye û pê avêtiye qada jiyana cîhanê. Di heman herêmê de serdema zarokatiya xwe derbas dike. Weke hemû zarokên Loristanî di leyztik û kevneşopa Loran de digihije. Piraniya Loriyan misilman in û ji mezhebê Ehlê Heq in. Piştî ku temenê wî digihêje salên 8-9’an, weke hemû zarokên Kurdistanî wî jî dişînin Medreseyê û li Medreseya Mahilkûfeyê dest bi xwendin û perwerdedîtinê dike. Hêja perwerdeya xwe ya Medreseyê ne qedandî, di temenekî piçûk de “Rêbaza Yarî” ya yekem li Hewremanê dadimezirîne; Sedema vê Xebata xwe ya hêja nasnava damezrînerê pêşî digre. Ew zatê zîrek û hêja çawa di karê xwendin û peywirandinê de bi serketî bû, wisa jî di karê Olî û wêjeyî de jî cêleng û pêkhatî bû…

      Navê hunermendê Kurd Behlûlê Mahî, yê hêmanî -eslî ‘Emer e û navê bavê wî Leheb e. Di nava gelê herêma wî de jê re “Emerê Leheb digotin. “Behlûl” nasnavê wî ye. Lê nasnaveke wisa ye ku ji aliyê gelek kesan ve , navê wî yê hêmanî- eslî tê zanîn. Heçî hevok a “Mahî” ye, peyva pêşî ya “Mahilkûfe” yê ye ku navê herêma wî ye. Ew “î” ya nisbetê tê gotin ku ji kubûna wî radixe ber çavan. Behlûlê Mahî, ne tenê van nasnavan, bi gelek nasnavên din jî tê nasîn. Wekî: Behlûlê Zana, Behlûlê Dane, Behlûlê Dîwane, Behlûlê Danende û Behlûlê Yekdane. Erê; mêhvanê me bi van hemû nasnavan jî tê nasîn. Lê emê di giraniya nivîsa xwe de nasnava wî zatî ya “Behlûl û Behlûlê Mahî” bi kar bînin û pêşkêşî xwendekaran bikin.

       Divê neyê jibîrkirin ku bi navê “Behlûl” gelek kes hene û beşek ji wan di dîrokê de hatine bicihkirin jî. Tenê emê ji wan dabaşa-behsa du kesan bikin.

      1- Behlûlê Xaricî ku navê wî yê hêmanî “Keşareyê Kurê Şeyban” î bûye û yek ji rêveberên rêxistinekê bûye ku di sala 737’an de li derdora Mûsilê, serhildanekê li dar dixe. Divê bête zanîn ku ew Kurdekî Mûsilî bûye. Di vê serhildanê de, piştî rizgarkirin a herêma Kûfayê şehîd dikeve…

        2- Behlûlê ŞOlî ku xortekî pir hêja bûye û gelek bi mêrane (merdanî” jiyaye. Serî ji tu kesî re şor nekiriye û netewandiye. Ereban ji vî Lehengî re “Behalîl” digotin. Ev Behlûlê mêrxas ji Loristanê bûye. “Îbnê Betûte” dibêje ku min di geşta xwe de ew li Loristanê dîtiye.

      Qenc bala xwe bidin van her du Behlûlan, her du jî fermandar û mêrxas in. Lê belê Behlûlê Mahî ku mabesta mijara me ye kesekî zana, âlim, wêjeker, helbestkar, xweşpeyv, henekyar û xwedî dîwan e. Di heman demê de xwediyê wan nasnavên li jorîn in jî.

       Ka bala xwe bidinê Derwêş Newroz ê Soranî ku di sala 19’an de jiyaye li ser Behlûl çi dibêje?

       Behlûl zatê wen zat yekdan e

       Amiyan maçan Behlûl Dêwan e

        Kî dî dêwane weytewer dane bo

        Merkewene meydan gerdûn rana bo

       Wate: Behlûl tîrêja Xwedê ye, her çend ku hin kesên bê agahî û nexwende wî weke dîn dizanin, lê ma kî û kê dîtiye ku dînek î ew qas hêja, zana, jîr bûye û hespê xwe yê zanistê, di qada hevçrxa Gerdûnê de bibezîne?

       Navên çend hevalên Behlûl ku ji Loristanê bûn ev in: “ Babe Loreyê Loristanî, Babe Nicûmê Loristanî, Babe Recebê Loristanî û Babe Hatem ê Loristanî”

      Ji Behlûl û hevalên wî gelek helbest û berhem mane ku di pirtûka bi navê “Dewrey Behlûl” de hatine komkirin û hêja nehatine weşandin.

         Behlûlê Mahî,ji bo Pêkanîna xwendin û perwerdekirina xwe, digel çen hevalên xwe yên “Yarî” ji Loristanê derbasî Bexdayê dibin. Hahakê û bêrawestan mêhvanê nivîsa me di Medreseya Îmam Cehfer ê Sadiq de qeyda xwe çêdike û dest bi xwendin û prwerdeyê dike. Di domeyeke kûrt de sêy- dersên xwe diqedîne û dibe zanayekî serdest û navdar. Piştî vê yekê, bi destûr a Seydayê xwe derdikeve û diçe Qeremsîn (Kirmanşah) ê û ji bo pêşdebirina “Rêbaza” xwe hewil daye û têkoşiyaye. Di vê navberê de alîgirên wî zêde dibin û fikir û ramanên wan di her warî de bi serdikevin û rêbaza Yeristanî bi civakê didin nasîn…Wê danasîna me weke rêzenivîsê bê domandin.  Ji bo ku nivîs zaf dirêj nebe emê her carê beşekê biweşînin heta danasîna wî wêjekarî biqede.

KÖŞE YAZARLARI

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları gazete ve haber kaynaklarına aittir, haberleri kopyalamayınız.

istanbul escort porno izle
adult sex videolezbiyen sexhd pornosikiş izlesikiş izleescort izmirescort bayanlar