GIYAN Û FORM « Jiyan Haber
film izle ,evden eve nakliyat ,youtube mp3 ,

Jiyan Haber

istanbul nakliyat, kiralık araçlar

GIYAN Û FORM

GIYAN Û FORM
Laleş Wezrînî( lales@jiyanhaber.com )
70 views
03 Ağustos 2019 - 14:04

GIYAN Û FORM (Rêzenivîs-2)
—SOQRAT: “Birêz Dibix we xwe li ser çi mijaran kûr kiriye?”
— DIBIX: “Mabesta we çi ye, hun dixwazin ez li ser çi agahiyan bidim we?”
— SOQRAT: “ Ez mirovekî nezan im, hema hun li ser çi min ronî bikin ez ê ji we re spasdar bimînim. “
—DIBIX (Rewşenbir ê xwexapînok): “Hun serê xwe bi çi tiştan diêşînin; pîşeyê we çi ye?”
—SOQRAT: “Ez bixwe şagitirtê her kesî me ku min li ser hin tiştan ronî bikin. “
— ZANYAR: Tevlî nîqaşê dibe û ji Dibix re dibêje: “Em bêjin biryar heye lê zanebûn tune. Zanebûna we ya berê hinekî şeklî bû, mîna pirtûkekê; nav li ser heye, lê rûpelên wê hemî valan e; yanî di bingehê de tiştek jî nîn e. Peyvên xapînok nîşana jiyana derewîn in. Ji sedî yekê jî biqasî te ji xwe ne razî me ez. Tu bi vê rewşa xwe çawa dibî evîndarê xwe? Ez bi vê hêz xwe seatekê difikirim heta bikaribim derbikevim pêşberî gel. Pir zorê didim xwe, xwe diêşînim heta çend peyvikan deynim cem hev û pêşkêşî gel bikim. Lê tu, qet zorê jî nadî xwe û dibêjî “her kes ji min razî ne” wisa nabe. Mirov bê bingeh, bê xem nagihêje tu tiştî…!”
— ZANYAR: “Hêviya min bi jiyanê heye, jiyana min a bi hêvî ye. Ez bi gotinên mirovan bawer dikim, lê heke ew gotin xwe di jiyana mirov de bikin rastî.”
—SOQRAT: “Bê tevgerê jiyan, bê lezê jî dem nabe. Dem dilezîn e, eger lez bi dêmê re be. Hun hêviya xwe bi demê ve girêdidin yan demê di ser jiyanê re digrin?”
— ZANYAR: “Ez hêviya xwe dikim jiyan, ya ku di nav wê demê de hêna hebûna xwe nepeyitandiye- îspat nekiriye…”
—SOQRAT: “Dem bi lez e, lê jiyan bi bez e. Lê, ez bawer dikim ku dem bê tevger e, di nav tevgera bilez de û ji lezê bêtir dibez e. Hun lez û meşa Kurdan li gorî çi dipîvin? Lez û beza wan têrî serfiraziya dema wan dike gelo?
—ZANYAR: “Kurd di nav demê de bêdemiyê dijîn; çawa ku di jiyanê de miribin, wisa jî jiyanê di xwe de dikujin. Heke xebata me di hêviya serfiraziya xweşhaliya ku tê de ye têk neçe, em berê jiyanê ji mirinê dizivirînin; berê wê dîsa didin jiyanê, ango di jiyanê de mirin dimire…”
—SOQRAT: “Ma mirin ne cêwiya jiyanê ye, hun çima dihêlin ku ew bimre..?
—ZANYAR: “Mirin bi hebûna xwe jiyanê dixe xetereyê lê, tûnebûna wê jiyanê bêwate dike. Hêza tu kesekî nagihêjê ku mirinê ji holê rake. Lê, ku mirin di xwe de bimire, nikare bandorê li ser jiyanê bike. Jiyana jiyanê ji bo mirina wê ye. Bê jiyan, jiyan nikare bimre û bê mirin hûkmê jiyanê dimire…”
—SOQRAT: “Bê mirin jiyan, bê mirin mirin, bê jiyan mirin û bê jiyan jiyan nabe?
ZANYAR: “ Em dixwazin jiyanê bi mirinê bidin jiyandin. Bi mirina jiyanê, mirinê bimirînin û mirina li ber jiyanê ji astengiyê derxînin. Heke jiyan xwe li mirinê bike xwedî, mirin nikare xwe li ber jiyanê ragire. Jiyan çiqasî ji mirinê bireve, mirin ew qasî dikeve pey jiyanê… Didome.

KÖŞE YAZARLARI

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları gazete ve haber kaynaklarına aittir, haberleri kopyalamayınız.

istanbul escort porno izle