Jiyan Haber

MÎNA QAZÎ

MÎNA QAZÎ
Feysel Özdemir( [email protected] )
309 views
20 Temmuz 2019 - 15:28

Mîna QAZÎ, jineke Kurde, jîre, zanaye û berxwedêre. Hem jina malaye, hem dayike û hem jî pêşkêşeke. Kurd dibêjin;’’ Şêr şêre, çi jine çi mêre.’’ Mina Xatun jî şêreke sereke ye.

          Mîna Xatun, 1908’an de li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Hevsera Qazî Muhammede, di nav avakerên Dewleta Mahabdê de cîh girtiye.

          Mîna Xatun, keça malbateke mezin, ji herema Mukiriyan e. Di 19 saliya xwe de bi Qazî Muhamed re dizewice. Li gorî dema xwe xwendevane, pir xwe pêş dixe. Di avakirina dewleta Mahabadê de cîh digre û dixwaze ku hemû jinên Kurd jî bixe nava kar û xebatan. Her weha keça wê ya mezin Îsmet Xatunde jêre desteke û bi pêre di nav tevgerê de ye.

          Li ser vî bingehî gelek jinên zana û jîr dide hev û dixwazin ku di nav xebatên siyasî de cîh bigrin. Li hember vê yekê ji nav gel bertek tên dayîn. Hinek kes ji Qazî Muhamed pirs dikin: ‘’ Ma tu bûyî kafir? Ma jin dikarin di nav xebatên siyasî de cîh bigrin? Ev dijî îslamê ye.’’ Qazî Muhamed li dijberî van kesan disekine û piştgiriya jinan dike. Mîna Xatun jî li hember van gotinan xwe dide pejirandin û xebatên xwe didomîne.

          Mîna Xatun, di civakeke wisa feodal û ku bi ola îslamê hatiye hevîr kirin de ‘’ Yekîtiya Afretên (jinên) Kurdistanê’’ ava dike. Her weha ji Serokê Komarê Qazî Muhamed daxwaz dikin ku jinên Kurd jî di nav hemû xebatên siyasî de cîh bigrin. Ev daxwaz tê pejirandin. Mîna Xatun, ji jinan re weha dibêje: ‘’ hemû giftûgoyên xwe, pirsgirêkên xwe bê tirs bînin ziman û ji bo çareserkirinê pêşniyarên xwe bikin.’’ Piştre jî daxuyannameyekê belav dikin. Di daxuyannamê de ji her kesî tê xwestin ku êdî nextê keçan newe standin. Zewaca bi kotekî ango ya bê dil newe kirin. Berdêlî ango guhirandina keçan bi hev careke din pêk newe û hemû nehqiyên dijî mafê jinê were rawestandin.

          Ev daxuyanî û hişmendî di dema xwe de helwesteke herî moderne û pêşketiye. Bi taybetî di wê demê de di Rojhîlata Navînde weke şoreşekiye. Bi vî rengî jinên Kurd di Dewleta Mahabadê de dibin erkekî siyasetê.

           Di girtina Qazî Muhamed de Mîna Xatun pir xemgîn dibe. Dema cezayê darvekirinê didin, dilê Mîna Xatun dişewite, xwe nagre stêrk ji çavên wê tên xwarê. Qazî Muhamed dibîne ku Mîna Xatun digrî dengê xwe lê dike: ‘’ Negrî! Tu çima digrî? Girîn li jinên Kurd nayê.’’ Lê Mîna Xatun, jinek dilşewat, henûn, dilovan bû. ji her tiştî pirtir dayik bû. nikaribû li stêrkên çavên xwe xwedî derketa. Ji ber gotina delalê dilê xwe, hevserê xwe, lehengê xwe bend kişande pêşiya stêrkên çavên xwe û êdî stêrkên xwe rijandin nava xwe li ser wê kezeba şewitî. Ji xwe ji dîrokê ve jinên Kurd stêrkên çavên xwe tim dirjînin ser dilê xwe…

           Piştî darvekirina Qazî Muhamed û hilweşandina Dewleta Mahabadê, Mîna Xatun ji welatparêziyê qet tavîz neda, tekoşîna xwe ya kurdewariyê domkir heya çû ser dilobaniya xwe. Pir caran Dewleta Îranê ew binçavkiriye, ew xistiye zindanan û pê tadayî kiriye. Qet teslîm ne bûye heya jiyana xwe ji dest dide. Nîna Xatun 1998’an de li bajarê Mahabadê diçe ser diolvaniya xwe. Berî ku rehmet bike li ser rewşa gelê Kurd weha dibêje:

          ‘’ : Sozê yekîtiya Kurdan bidin min, ezê mizginiya serxwebûna Dewletekî Kurd bidim we. Lewra yekîtiya hêzên siyasî yên kurdistanê dermanê hemû derd û xemane. Ger ku Gelê Kurd yekîtiya xwe pêkbîne avakirina dewletê pir hêsane. Ez bi bawerim ku di demeke kurt de Gelê Kurd di dinyayê de weke neteweyekê were naskirin. Daxwaziya Qazî Muhamed ya dîrokî jî ev bû.’’

         Bi vî rengî Mîna Qazî di rupelên dîroka gelê Kurd de weke jineke welatparêz û leheng ciyê xwe stad. Giyana vê xatuna delal weke Çemê Dicle û Firat li nav jinên Kurd belav bû…

KÖŞE YAZARLARI

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları gazete ve haber kaynaklarına aittir, haberleri kopyalamayınız.

istanbul escort porno izle
adult sex videolezbiyen sexhd pornosikiş izlesikiş izleescort izmirescort bayanlar