ŞÊREKA KURD ZARÎFE « Jiyan Haber
film izle ,evden eve nakliyat ,youtube mp3 ,

Jiyan Haber

istanbul nakliyat, kiralık araçlar

ŞÊREKA KURD ZARÎFE

ŞÊREKA KURD ZARÎFE
Feysel Özdemir( feysel@jiyanhaber.net )
184 views
30 Temmuz 2019 - 20:53

Keça Çiyayên Koçgirî, bejin bilinda kaniyên Çiyayê Tecerê, berxwedêra jina Kurd, çinara Çemê Munzurê, sipîzend û çavbeleka dilê Alî Şêr bû Zarîfe Xatun.

          Tim bi rext û çekan girêdayî ew jina rûhîv. Xezalek bû li ser lat û tehtên çiyayên bilind. Periyek bû li şikeft û newalên welatê xwe. Zana û jîr bû, evîndara şêrê kurd bû Zarîfe Xatun.

          Zarîfe Xatun, pismama Elî Şêre û hevsera wî ye. Elî Şêr, serokê berxwedana koçgiri bû, piştî çend salan, bû hevalbend û şêwirmendê Seyîd Rizayê serokê berxwedana Dêrsimê.

          Piştî şerê cihanê ya yekemin 1918’an de li herema Koçgiriyê dibin serokatiya Elî şêr de ji bo welatekî serbixwe berxwedan destpê dike. Elî Şêr, kesekî zana, xwende û cengawere. Hêla wî ya siyasî û diplomasi xurte û pêşikvaniyê ji herema Koçgiriyê re dike. Mijara me di vir de ne Elî Şêr e, bi gelemperî em dixwazin li ser lehenga Kurd Zarîfe bisekinin.

          Zarîfe Xatun, jineka bejin bilind, zend stûr, xwende û pêşketî bû. evîndarê welatê xwe û Elî Şêr bû. ji pêşketinên siyasî û ji rewşa cîhanê haydar bû. jineke şervan û cengawer bû. tim di milê hevserê xwe de di nav xebat û tekoşînê de bû. dema Elî Şêr bixwesta karekî bike an jî bîryarekî bide pêşî jê pirs dikir. Fikir û ramanên Zarîfe distand piştre bîryar dida. Bi qasî ku şervan bû, ew qas jî ji hêla rêxistin û propagandayê ve xurt bû. ji Elî Şêr re tim digot heval, Elî Şêr jî jêre digot hevalê. Tu carî bi navê hev gazî hev ne dikirin. Di dîrokê de tu jin û mêr weke her duyan ku bi giyana xwe, bi hestên xwe, bi ramanên xwe û bi hemû jiyana xwe bibin yek çênebûye. Evîna rasteqîn jî eve…

           Zarîfe Xatun hem şervan bû hem jî perwerda şer dida jinan. Gelek jinên kurd li dora xwe civandibû, pêşî perwerda silah û şer dida wan piştre ew dişandin eniya şer. Ew jinên ku hatibûn rêxistkirin tev bi çek û rextan girêdayî di milê mêran de li berxwe didan. Zarîfe, di hemû eniyên şer de fermandara leşkeri bû. di 1921’an di meha pûşperê de dewlet bi hemû hêza xwe ve li ser herema Koçgiriyê ve çû. Zarîfe û Elî Şêr li ser hemû eniyên şer ve digeriyan. Piştî qirkirin û tepisandina herî mezin ev berxwedan bi ser nakeve û ditefe…

          Piştî hilweşandina berxwedana Koçgiriyê Elî Şêr û Zarîfe herî ciyê bi ewle Dêrsimê dibînin û xwe didin wê derê. Zarîfe, di nav gelde propaganda dike, gelek eşîr û malmezinan tîne cem hev û pirsgirêkên di navbera wan de çareser dike. Bi hêza jinantiyê gelek eşîr û kesan li hev tîne û yektiyekî ava dike. 1921’an heya sala 1937’an li Dêrsimê di nav kar û xebatan de cîh digre.

          Di berxwedana Dêrsimê de rista Elî Şêr û Zarîfe pir mezine. Elî Şêr, ji Serokê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza re dibe weke şêwirmendekî, serleşkerekî û alîgir. Di Dêrsimê de rista her du şêran pir mezine. Ji lewma jî dewlet dixwaze ku pêşî wan ji holê rake. Ji ber ku nikare bi leşkeri wan bi dest bixe, sîxûr û xayinên Kurd dixe dewrê. Ji van xayinan yek jî kesê bi navê Zaynel û çend zilamên wîne. Lê birazyê Seyid Riza, Rayber dikeve nav tevgerê. Berî hingî di sala 1933’an de kurê Seyîd Riza Îbrahîm hatibû kûştin û şibhe diçû ser Rayber. Wî dizaniya ku wê rojekî apê wî Seyîd hisab jê bixwaze. Bi vî rengî bi tevayî xwe davêje ber sîngê dijminê xwe. Dikevin nav defk û dafikan. Di hedefê dewletê de jî pêşî Elî Şêr e.

          Di 9 tîrmeha sala 1937’an de dewlet êrîşeke mezin dibe ser herema Dêrsimê, qirkirinên mezin pêk tên. Hingî  Elî Şêr û Zarîfe Xatun jî li Çiyayê Tujik di şikeftekî asê de veşartîne. Rayber û Zeynel bi hêceta ziyaret kirina wan diçin dibin mêvanê wan. Li nav şikeftê bi êlî Şêr re runîştîne, Zarîfe jî radibe ku tiştekî ji mêvanan re amade bike. Zarîfe li derveye, Rayber çeka xwe derdixe û berdide Elî Şêr. Dema dengê silah tê, Zarîfe fêm dike ku wan delalê dilê wê kûştin. Hema ew jî radêje çeka xwe dikeve hindûr û guleyan diberde wan. Zilamekî Rayber tê kûştin, lê mixabîn Rayber guleyan li Zarîfe jî direşîne. Her duyan dikûjin, serê wan jê hildikin û serê wan dibin Xarputê didin paşayê dewletê Alpdoğan. Xelata xwe jê distînin û difitilin. Pişt re Zeynel ji dev sîxûrtiyê berdide, lê Rayber didomîne. Dewlet dizane ku kesê li gele xwe xiyanetê bike wê li her kesî bike. Dawî de di sala 1938’an de dewlet Rayber bi kurên wî ve dikûje. Dîsa xîyanet dibe sedemê têkçûna gelê Kurd…

         Ji ber ku ev her du evîndar tim di nav tekoşîn û şerde bûn, qet zarokên wan çênebûn. Lê bi wê lehengî û azweriya xwe bi sed hazaran keç û xortên kurd zarokên wanin. Îro keçên Zarîfe Xatun pirin. Li hemû welatê Kurdan nav û dengê Zarîfe heye, li serê gelek stran ji hêla hûnermendan ve hatine çêkirin û tên gotin. Li herema Dêrsim û Koçgiriyê straneke dîlanê ku li ser Zarîfe tê gotin weha ye:

‘’ Qizêd çiyayê me

Mina xezala kurbar in,

Mina xezala kûvi ne,

Mina kulilka delal in,

Mina kulilka rengîn e,

Mina kanya zelal in,

Mina kanya safi ne.’’

KÖŞE YAZARLARI

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları gazete ve haber kaynaklarına aittir, haberleri kopyalamayınız.

istanbul escort porno izle