Jiyan Haber

XEWNEK DILKESER

XEWNEK DILKESER
Laleş Wezrînî( lales@jiyanhaber.com )
127 views
19 Temmuz 2019 - 12:44

Min îşev karkoviyek dît di xew de. Karkoviyeke mînanî xemşek a xezala bû. Tim li hawîdora xwe dizivirî û li teht û zinaran temaşayî tiştek î wendabûyî dikira. Heçko nîçîrvanekî sekvan dayika wê kûştibe û li birhanê dayika xwe bigere, wisa bi kelecan dikaliya, dibarriya û shêtiya nava teht û zinaran dikir. Geh derdiket serê çimên bilind, geh jî xwe berdida binê hawing û newalan û li wî birhanê wendabûyî digeriya.


Xwezî min bizaniya ew li çi digeriya! Li dayika xwe a ku nêçîrvana ew kuştibû anjî li dildareke xwe a ku bûbû evîndara wê digeriya. Tişta min jê fêhm kir pir bi kelecan û hesret li tiştekî digeriya. Dengê kalîn û barrîna wê bi dol, hawing. gelî, newal, teht û zinaran diket û olan vedida Çiyayê Bizinan. Min jî, bi dilkovanî li wê helwesta wê temaşe dikira. Hew min dî terq pê ket û ji çihê xwe hilçeniya, beziya heya bi serkura Çiyayê Bizinan nesekinî. Min dûrbîna dilê xwe da ber çavên xwe û bi hesret û kelecan lê temaşe kir. Min baş dêhn û bala xwe dayê, min dî ku karkovî ya xemşxezal li ber sawîra keçek a rûesmer rawestiya ye û weke ku perestgehek a pîroz tewaf bike, wisa hemû derê wê dialêse û maçî dike. Heçko ew sawîr jî bi karkoviyê şah dibûya û jê re dikeniya, wisa xwe li hevdu pêçabûn ku her du ji hevdu nedihatin tefsilandin. Bûbûn werseleyek ji laş û canên hev. Karkovî, wisa bi wê sawîrê ve zeliqî bû ku, tê bigota qey zarokeke û destên xwe li gerdena dayika xwe pêça ye û xwe bi pêsîra wê ve zeliqandiye. Devê xwe xistibû gerdena wê û bi hesret lê dimijya, her deverê wê radimûsan û ew jî bi dilovanî ji wê helwesta xemişxezala xwe re dikeniya û pê şah dibû…
Ez jî li van her du dildaran şaqiz mabûm, min li wê nûwazehelwesta wan temaşe dikira, ez jî sermest û heyran mabûm ji wê pêşabûna ku hewqasî bi coşîdarî bi hevdu şadibûn…


Ez hêna di wê seyrûtemaşayê de, hew min dî ku ew dîmen û nîgariya bedew ji ber çavên min wenda bûye; ne tenê ji ber çavên min, ji ber çavên karkoviyê jî wenda bûbû. Ez di cihê xwe de mîna qûçekî ku berfê serê wî nixumandibe, di bin berfê de qerisî be, wisa mam cemidî. Lê, dîsa kalîn û barîn bi karkoviyê ket û li hawîra xwe zivirî û çû hat. Geh li teht a pêşberî xwe şaqiz mêze dike û geh bazdide serê zinar ê ku sawîr li ber çêbûbû. Li nav teht û zinaran digeriya. Erd bêhn dikira, bi bêhnê ve diçû, li cihekî radiwestiya û bi lingên xwe erd vedida. Geh erd vedikola, geh jî serê xwe radikir û li zinarê ku sawîr pêve çêbûbû bi dilkovanî temaşe dikira. Heçko digiriya ew sewal. Çavên wê dibiriqandin û mîna libên gewher rondik ji çavên wê dibariyan; bê hêmdê min delavê dilê min jî qetiya, pêlên firmêskan xwe li gewriya min xistin û di çavên min re dane der. Ez keliyam û karkovî kaliya heya ku zeviya zozanê kezeba me hate avdan…


Erê karkovî; ximşxezala delal ! Gelo tu dizanî ku ez jî li wê hesreta te a ku tu li nava teht û zinarên Çiyayê Bizinan li ser wê dikalî, digerim. Digerim lê, ez mîna te çeleng nîn im ku bikaribim hilperikim serê wan zinar û terazînan. Lê, heke rojekê ez bikaribim xwe bigihênim wan zinarên pîroz ên ku bi sorgevezxwîna PAKREWANAN hatine neqişandin û pîrozwer bûne, ez ê wî cihê ku te bi lingên xwe lê vedikola tewaf bikim û li wê derê li gencîneya dilê xwe bigerim…

KÖŞE YAZARLARI

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları gazete ve haber kaynaklarına aittir, haberleri kopyalamayınız.

istanbul escort porno izle